Tê bîra min

Diljen Ronî

Dema ez zarok bûm, mala me li Cizîra Botan bû. Xeratek hebû, ew mirovê min jî bû. Ez diçûm cem wî û min mereq dikir ka çava vî karî dikin. Rojekê ez çûm cem Xeratê me, min dît ku li temburê dixist. Bi rastî gelek bala min kişand û hingê eşqa min û muzîkê destpê kir. Hûn jî dizanin wan deman kurdî, muzîk, ziman her tişt qedexe bû. Berxwedana min hêj 8 saliya min destpê kir.

Tê bîra min!
Em hemû cîran heval û dost li malekê li hev kom bûbûn. Vîdeyo kaseta konsera Şivan Perwer ya Elmanyayê hatibû. Em bi kelecanî li hêviyê bûn. Ji wan kasetên mezin bû. Dema li ser televîzyonê dîmen û istikrar stranên kurdî bilind bû mesken ji bo me cara ewil bû ku me li ser televîzyonê kurdî temaşe dikir. Şivan digot “Ez dilgeşê canim, dengbêj im tembûr van im.” Hingê girêdaneke mezin di nav bera min û muzîkê de çebû.

Tê bîra min!
Ew kaseda ku bi kelecanî çend rojan em li bendê mabûn, mixabin me avêt sobeyê. Deriye ne kaset şewitî lisana me jî pê re…

Tê bîra min!
Ciwaniya me jî bi vekirina televizyonên kurdî derbas bû. Çiqas xweş bû ew dem. Ji me re dublajên rêzefilm û filmên karton ecêb dihat. Û jixwe ji bo min û ji bo kurdan konsertên hunermendan bi taybetî jî tarzên nû yên mîna muzîka Ciwan Haco balkêş bûn.

Ciwan, mîladek bû ji bo muzîka kurdiya çağdaş. Ji bo gelek muzikjenan rêya muzika rojavayî û amurên weke elektro gîtar û saksafon vekiriye. Bi rastî ez jî bi muzika Ciwan mezin bûm û rê li ber min jî vekir. Bi kurtasî me û muzîka kurdî piştî ku gelek güç û zehmetî kişandine hatine vê qonaxa niha. Ez bawer dikim weke serpêhatiyên min çîrokên gelek kesên din jî weke yên min gotî hene.

Bi saya bîranînên zaroktî û ciwaniya min kir ku hewldaneke ber bi eşqa huner û muzîka kurdî ve çêbibe. Lêbelê ka em werin îro, ji bo zarokên me, zarokekî kurd wê çawa bibe aşiqê muzika kurdî? Ji bo vê hewldanek û enerjiyeke nû pêwist e ez bawerim. Hûn çi dibejin?