Rûpelek ji dîroka Kurdên Stembolê: ‘Em li Medyayê hev bibînin’

Rohat Alakom

Medya di sala 1996an de wek dikaneke pirtûkfiroşiyê li Stembolê hatiye vekirin û jiyana xwe heta niha her berdewam kiriye. Ango vê dikanê deriyê xwe tam berî 25 salan ji xwendevanan re vekiriye. Lê ez Medyayê wek “Mala Pirtûkan” bi nav dikim û dihesibînim. Niha ewrên reş li ser Medyaê digerin! Dijwarî û tengasiyên aborî li Tirkiyê bandora xwe ya neçê li ser vê pirtûkxaneyê jî dihêle û mesken dikan ber girtinê ye! Li vir gelek pirtûkên bi kurdî û li ser kurdan deri firotan. Cihê wê ne mezin e, lê belê dikaneke piçûk û sevecen e. Ji der karên firotina pirtûkan Medya rolên din jî dilîze. Bona hevdudîtina nivîskar û xwendevanên kurd wek navendeke bêhempa dikare bê hesibîn. Gelek caran xwendevan li wir rastî nivîskarên xwe deri, bi pirtûkên îmzekirî vedigerîn malên xwe. Têkiliyên nivîskar û xwendevanan, nivîskar ligel nivîskaran û hin caran jî xwendevan û nivîskar li vir rastî xweyê weşanxaneyan jî deri.

Ligel xweyê Medyayê Selahattîn Bulut

Mirov dikare bi rehetî bêje ku bi saya Medyayê toreke çandî ya neplankirî di navbera xwendevan, nivîskar, pirtûkfiroş û xweyê weşanxaneyan de pêk hatiye. Gelek ji wan qasî 3 mîlyon kurdên ku îro li Stembolê dijîn rêya Medyayê baş zanin. Medya bûye mala van kurdên pirtûkhez jî. Peyvên pirtûk û kurd gelek li Medyayê tên! Peyva Medya ji navê welatê medan ku kurd wek kalikên xwe dihesibînin, tê. Çawa tê zanîn Împaratoriya Medan berî bûyîna Îsa di navbera salên 678-549an de hukim kiriye. Peyva Medya di Kurdî de wek navê keçikan jî tê bi kar anîn.

‘EM LI MEDYAYÊ HEV BIBÎNIN?’

Di salên 1990î de ez gelek caran diçûme Stembolê. Wê demê min li ser mijara Kurdên Stembola Kevin kar dikir. Yek ji wan navendên ku ez diçûmê jî Medya bû ku li taxa Taksîmê dima. Ji bo pirtûkhezên kurd, dildarên pirtûkan ji vî cîhê Medyayê xweştir tu cîhek tune bû. Min hin kes wek mînak xwendevan û nivîskar cara yekem li Medyayê nas kirin. Dema min xwestiye kesekî li Stembolê bibînim tavilê mesken gotin li ser zarê min geriyane: ‘’Em li Medyayê hev bibînin?’’ Êdî adrêsa me dîyar bibû: ”Kolana Îstîklalê 130, Pasaja Elhamrayê”. Konut kolana bi navê Îstîklal ku cîhê Medyayê li wir e yek ji wan kolanên Stembolê ya herî zêdetirîn mirov li wir tên-diçin dikare bê hesibîn. Li gorî çavkaniyan, rojê qasî 3 mîlyon mirov di vê kolanê de dilivin. Ew pasaja bi navê Elhamra ku cîhê Medyayê lê dimîne jî cîhekî dîrokî ye, avahiya wê di sala 1922an de hatiye çêkirin. Bi kurtî sê peyv hene ku ji bo kurdên pirtûkhez her gazî Medyayê dikin: Taksîm, Îstîklal, Elhamra.

MIROV LI WIR DE XWE DI MALA XWE DE DIHESIBÎNE

Mirov qala Medyayê bike, qala Selahattîn Bulut neke, nabe. Ez yek ji wan kesên pêşîn im ku berî salan bi xweyê Medyayê Selahattîn Bulut re bûme nas. Ew kesekî rûken, kubar, maqûl û sergiran e. Gotinên vala, badilhewa ji devê wî tu car dernakevin. Mişterî, mêvan û xwendevanan re germahiyeke mezin nîşan dide. Çay û qehwe hertim hazir e. Mirov li wir xwe di mala xwe de dihesibîne. Piraniya mişteriyên wî kurd in. Lê belê gelek nivîskar, lêkolîner û kesên din ku bi koka xwe ne kurd in jî cilt vir.

Kurd hene ku şayet heftê carekê lingê xwe li Medyayê nexe, sebra wî/wê nayê. Carekê min ji xweyê wê Selahattîn Bulut pirsî: ”Gelo mişteriyekî te yê daîmî heye ku mesken bi salan e tê û destvala naçe malê”. Hinekî fikirî û got ”Belê hene”. Paşê gotinên xwe wiha domand: ”Mesela kurdekî ji bajarê Qersê heye, navê wî E. Kaya ye, ew kes konut çend sal in her hefte roja şemiyê dora saet 16an tê, pirtûkên xwe dikire û paşê lêdixe diçe mala xwe, şayet neyê jî telefonê vedike”. Min got ez dixwazim wî hemwelatiyê xwe nas bikim. Selahattîn ”Baş e, roja şemiyê dora saet 16an were vir, ewê sedî sed xuya bike” got. Ew tiştên ku Selahattîn di derbarê vî pirtûkhezê kurd de gotibûn, rast derketin. Ew ne deriye pirtûkan distîne, cudahiyeke wî heye, E. Kaya bi eşqekê, bi kêfekê wan distîne! Mirov vê şabûna E. Kaya ji bişirîn û kenê çavên wî fêr tabana. Ew, wek bibliofilekî kurd (dost, hezkirî û berhevkarê pirtûkan) dikare bê hesibîn. Dema Medya 25 saliya hebûna xwe pîroz dike ez hêvîdar im ku wê xelateke watedar û sembolîk bide vî mişteriyê xwe yê sadiq û daîmî, pirtûkhezê kurd E. Kaya.

Belê li ser vebûna Medyayê re 25 sal (çaryekek sedsal) derbas bûn. Sal û zeman zû çawa zû diçin. Dema dîroka kurdên Stembolê di pêşerojê de ji nû ve bê nivîsîn navê Medyayê wê careke din dîsa bê bîranîn. Ji Medyayê re, xweyê wê Selahattîn Bulut re gelek salên xêr û xweş hêvî dikim. Xwestika min a here dawî konut e: Bila pirtûkhezên kurd bêstar nemînin! Çimkî kesên ku li pey pirtûkan dikevin di eslê xwe de li ronahiyê oburun, perçe tîrêj, perçe îşiq. Kurd gelekî hewcedarî ronahiyê ne!