Rojî û cejn

Mehmet Erbey

Merheba ji wer canik û camêrno. Di serî de cejna we ya remezanê pîroz be. Îja ka rojî û cejna we çawa derbas bû? Ez cejna we nizanim lê rojî zahmet bû lo. Îja tu ji bo kar jî, serê sibê radibî û heta êvarê dixebitî. Weleh ji tî û birçîna zimanê me re dikişe. Axir rojiya me ya îsal kete biharê. Ro kin bûn. Yê zahmete havînê, ku pazdeh-şanzdeh saeta tê bîra min ez divêm yarebbî me çawa debar dikir.
Me di rojiyê de mesken jî dîtiye. Hin kesên ku betal, li malên xwe ne û heta mele ban dike di xew de ne. Û wexta ku qala rojiyê tabana, wa xwe qure dikin û dibêjin, weleh rojî xweş e. Dibêjin meriv ne tî tabana û ne jî birçî tabana. Hey malmîrat, kî heta êvarî di xew de be, ji xwe wê wer bibêje. Hela ka tu jî ji serê sibê, heta êvara dereng bixebite, bê tê li ser gotina xwe bî, yan na. Ew çax emê nas bikin, bê hela kî berxe kî beran e.

Di rojiyê de yên herî zahmetiyê dikşînin kesên çilek in. Yazdeh mehan di nava rojê da, ji xwarin û vexwarinê devê wan nakeve hev. Di meha rojiyê da jî tu her tişti weke sefer lêxî li ser wan qut dikî. Îja heta ku li wan tabana fitar weke di sikratê de bin dinalin. Cîranê me yek ji wan kesa ye. Camêr li erdkî çar nanê tenûrê dixwe. Hûn mafdarin ku bibêjin, de na lo ne evqas jî. Lê bi serê we yî delalî ez rast dibêjim.

De ka guhdar bikin. Xaltiyek me li gund nan li tenûrê dixist. Cîranê me sınır û go, cîran nanê germ xweş e hela tu nanekî bi min de ez bixwim. Gelo bala we kişand an na. Binêrin nego pariyek an keriyek ha. Go ka nanekî. Rahişt nan û pê ket xwar. Ji wî nanî parîk jî nehişt. Xaltiya me jê re go, wîî, filankes ma te çima nan giş xwar. Wextê şîvê ye, ka tê çawa şîvê bixwîy? Go, ma mesken nan wê têra min î çi bike lê. Cilde kete ber lisana min. Û ji bo şîvê jî cî pir e… De îja hesab li cem we.

Di vê rojiyê de xanima wî hate mala me. Ji ber ku em hawê wî zanin, me go xaltî ka rewşa xalo çawa ye? Xaltî dest bi giliyê wî kir. Go îja tîne serê me. Go hîn saetek ji fitarê re heye dibêje ka şîvê daynin. Û wexta ku em jê re dibêjin, kuro ji fitara re hîn saetek maye û ku niha em xwarinê bixinê ewê sar bibe. Go dibêje bila saetek mabe. Hûn ka daynin qe nebe ezê ji xwe re li xwarine temaşe bikim.

GUNEH DI HUSTUYÊ YÊN VA FITÛYA DERXISTIYE

Belê, em jî li ber birçîbûnê dikevin, lê ne bi vê xezebê lo. Te dî dibêjin ku me re bi rojî be û bi nezanî me re tiştekî bixwe û vexwe rojiya me re naşkê. Çiqas raste nizanim. Guneh di hustiyê yên va fitûya derxistiye.

Weke hûn jî dizanin çend roj beriya cejnê qendîl e. Bo minasebeta vê rojê însan şekir û loqima belav dikin. Îja wê roja qendîlê ez û hevalekî xwe ber bi sûkê dimeşiyan. Camêrekî biskuwît û loqim dirêjî me kir. Min hema girt û ji çila avêt devê xwe. Hîn min danequrtandibû hevalê min go, kuro ma ne tu bi rojî yî. Hema çi di devê min de bû min avet. Dawiyê min berê xwe da hevalê xwe û bi hêrs min jê re go, Ê kuro ma me re niha dibêje hey ne tiştek. Ya berî ku ez bavêjim devê xwe te yê bigota, yan jî te bihişta min daqurtanda. Jixwe bi nezanîbû. Rojiya min jî nedişikiya.

Tew qurmiçyo di ser de ji min re çi bibêje baş e; go heyran, ez jî bi rojî me. Tê loqim bixwara minê jî istikrar xwe nekira. Weleh ew tişt tune. Qey hevalên wiha bêxêr para min e babo. Ji ber ku ez birçî jî bûm, ew loqim hema bê xweş bû.

Belê rojî qediya û me cejna xwe pîroz kir. Gava ku tu ji hin kesan dipirsî û tu dibêjî ka cejna we çawa derbas bû her kes gazinan dike û dibêjin, ka cejnê demên borî. Şagirtekî min bo pîrozkirina cejnê li min geriya. Wexta ku min jê pirsî ka cejna te çawa derbas tabana, bersiva da min xerîb bû. Go ka cejnên borî mamoste. Ez keniyam û min go, ma hîn emrê te panzdeh e û ger tu wiha bibêjî, ka emê çi bibêjin. Rastî, cejn bi zarokatî xweş e. Ku tu bi nava sala dikevî ji protokolê wêdetir naçe. Bo zarokan wateya cejnê şekir û cilên nû ye. Qe nebe bo me wiha bû.

DIRANÊ FEQÎRA DI PELÛLÊ DE DIŞIKÊ

Wexta em zarok bûn me têr şekir nedixwar lo. Cejn bo me fersendek bû. Em mal bi mal li şekiran digeriyan. Ya balkêş û bi kelacan ew bû ku me hin mal du car dikir û me fen li xwediyê malê dikir. Carinan em dihatin zevtkirin û xwediyê malê ji me re digotin, hey Xwedê nehişt ne tu hatibûy. Şekir bo me evqas biqîmet bû me û hevalê xwe li ser şekira lîstik dilîstin. Me radihişt kevir û me davêt kevirê hevdû. Îja kî ji kê bibira. Ê heyra şêraniya ku me dixwar hew pelûl bû ha. Çêkirana wê jî, hinek arvan, dayanak şekir, qedehek av û kevçiyek rûn, tev li nav hev dihat xistin û li ser agir dipijandin. Hew şilekiyek şêrîn bû lo. Lê bo me weke peqlaweya niha bû. Car caran me û diya xwe şer dikir û me digo te şekirê wê kêm xistiyê.

Li Mêrdîn bo pelûlê gotinek pêşiya heye. Dibêjin, diranê feqira di pelûlê de dişikê. Îja zarokê niha xema wan ne şekir e. Ji ber ku her roj şekir û çîqolata dixwin. Cilên wan jî bi dehan e. Ê rehme ka wê ji cejnê çi tamê bigrên. Ez zarokên niha nizanim, lê wexta me da cejn pir xweş bû. Me digo xwezî sê meha carkê cejin bûya.

Cejin weke dema zarokatiyê nexweş be jî, hûn zanin ji bo minasebeta cejnê malbat li hev dicivin û ew hestê malbatiyê xurt tabana di van rojan de. Bo wê jî be hê jî biqiymet e. Heyra de cejna we pîroz be û bi hêviya gelek cejnê xweş û geş.