Salı, Ocak 31, 2023
No Result
View All Result
Akrep Haber - Son Dakika Haberler
  • Ana Sayfa
  • Gündem
  • Dünya
  • Politika
  • Ekonomi
  • Spor
  • Hayat
  • Bilim
  • Sağlık
  • Etkinlik
  • Üyeler
  • Etkinlik
  • Üyeler
Akrep Haber - Son Dakika Haberler
Bajarê me: Amed

Bajarê me: Amed

by admin
21 Ocak 2023
in Hayat
245 7
0
Share on FacebookShare on Twitter
ADVERTISEMENT

Merheba ji wer canik û camêrno. Her çiqas ez ji Mêrdîn bim jî, ji hezkirina Amedê xwe weke amedî dihesibînim. Ez bi salan lê jiyam e. Heval û dostê min î amedî zahf in. Bîranînê min têr û tije ne. Bo hin sebeban îro li Mêrdînê dijîm. Lê hiş û aqilê min wer li Amedê ye. Niha jî her ku fersendê dibînim ez berê xwe didim Amedê. Gava ku derim xemgîniyek jî bi min ra çê tabana. Û ji hevalan re dibêjim; êra law, kê bîr dibir ku edî ezê weke mêvan bêm Amedê.

Belê, cara ewil ku rêya min bi Amêdê ket, bo ezmûna zanîngehê bû. Salên nodî bû û wek niha nemezin bû. Lê ew çax jî wekî niha bajarê herî mezin yê welêt bû. Û min tu bajarê din nedîtibû, loma bo min pir mezin bû. Wekî çêçika keroşk ku nuh ji qula xwe derkevî piçkî bi tirs, min bi ecêb li derdora xwe dinêrî. Gava ez vegeriyam malê, min ji malbata xwe û ji hevalên xwe ra bi rojan qala Amedê kir. Ji wê rojê pêva Amed bû bajarê min.

Di wan salan da li welatê me çanda salonê daweta tune bû. Her kesî dawetê xwe li ber derî çêdikirin. Lê li taxa deriyê çiyê ya Amedê, salonek dawetê hebû. Niha heye nizanim. Îja em û hevala, ji acizî em diçûn dawetê li wir çêdibûn. Xwediyê dawetê li ber dêrî me peşwazî dikir.

Rebena digotin qey mêvanê me ne. Mêvan du hêlî rudiniştin. Hêla bûkê li aliyê çepê bûn. Ê te dî, dawet weke daweta hêla zavê tê dîtin. Qe nebe wê demê wiha bû. Mêvan piranî hêla zavê bû. Ji bo ku em xwe nedin dest me xwe li hêla çepê ya bûkê digirt. Lo bavo we bidîta bê çi xizmet û hûrmet ji me ra dikirin. Dendik û qudam û vexwarinên me dianîn ser masê. Ewil me çilekiyê xwe dixwar û taliyê em diketin gowendê me xwe têr dihejand. Ku em aciz dibûn weke mêvanê rastî me xatir dixwast. Ku me xwe davêt derva em bi hîrehîr dikeniyan. Heyra ka em çi bikin. Weke niha cîhê ku em pêda biçûyanê tune bû ha. Kêfa me ew bû. Û bi serê Xetoyê dînik me dawetên wan, bi dîlan û gowenda xwe xweş dikir. Ma hîn çi.

Ji wan salan heta îro pir tişt hatine guherîn. Êdî ji bajêr wêdetir bûye metropol. Û em jî nema derin dawetê xelkê. Cîhê ku em herin bêhna xwe derxin zahf in.

Belê, weke hûn zanin berî niha bi du hefteyan, di nivîsa xweyî RÊWÎ da min gotibû ez ber bi Amedê diçim. Piştî rêwîtiya min qediya û ez li otogara Amedê daketim êdî bibû şev. Çenteyê min li milê min ketin erebeya nav bajêr. Wek her car erebe mişt tije. Piştî daketim min lê nêrî çentê min hatiye wekirin. Xwedê nehişta ewqas profosyonelin ku min bixwe jî dernexist. Axir ji sıkıntı min û ji çend tiştên bêqîmet pêva tu tişt tê da tunebû.

Van diza çavên Amediya derxistiye yaw. Kes nema karin werin li ereba sîwar bibe. Berî niha bi çend salan dîsa di erebeya nav bajêr telefona min sınır dizîn. Ez ewqas li ber ketim ku ji bîra min nediçû. Hînga hevalek min, li min geriya. Nîvê şevê bû. Go ka tu çawa yî, tu çer dikî. Min go wele li telefona xwe difikirim. Keniya û go; kuro vê nîvê şevê ma mera telefonê difikire. Mera hezkiriyê xwe difikire, mera kar û barê xwe difikire. Min jî bi qerfî go; kuro kar û barên min weke her tim e. Û hezkiriyên min yeka min kirine dido, lê telefona min ji min ra teqsîr nekiriye. Min digo li filankes biger, digeriya, min digo suretan bigrê, digirt, min digo serê sibê min şiyar bike bi qîreqîr ban min dikir û hwd. Ma ka ezê çawa telefona xwe nefikirim heyra. Wele çend çîrokên minê dinê jî hene lê ez serê we naêşînim. Taliyê hûn karin bêjin ka heba serêşê jî.

Belê, wexta ku ez gihaştim heval û dosta min mesela xwe û diza ji wan ra qal kir. Wan jî go; ew diz ehmeq in, ma pereyên te heba û hal û wextê te xweş ba ma tu yê li erebeya nav bajêr siwar biba. Helbet wê çenteyê te vala be. Wê şevê, me û hevala xweş civat gerand. Û her ku min hewa Amedê bêhn dikir ez sermest dibûm. Raste, diza tu tişt ji min nedizîn. Lê min şevek e xweş û geş ji Amedê dizî.

Tags: HevalJîLêMinXwe
Previous Post

Avcı’dan taraftara sitem: Oyuncuyu değil beni protesto edin

Next Post

Nebati: Bu yolda ilerlemeye devam edeceğiz

admin

admin

Next Post
Nebati: Bu yolda ilerlemeye devam edeceğiz

Nebati: Bu yolda ilerlemeye devam edeceğiz

Venezuela’da sel ve heyelan: Meyyit sayısı 42’ye yükseldi

Venezuela'da sel ve heyelan: Meyyit sayısı 42'ye yükseldi

Prof. Şenol’u vefatla tehdit eden uydurma tabip 3 günlük mahpusun akabinde özgür kalıyor

Prof. Şenol'u vefatla tehdit eden uydurma tabip 3 günlük mahpusun akabinde özgür kalıyor

Filmler Hakkında

The Bear 1. Sezon 3. Bölüm ücretsiz izle
Disney Plus

The Bear 1. Sezon 3. Bölüm ücretsiz izle

by admin
17 Kasım 2022
0

The Bear 1. Sezon 3. Bölüm ücretsiz şekilde www.akrephaber.com üzerinden izleyebilirsiniz, The Bear 1. Sezon 3. Bölüm izlemek için tıklayın

The Bear 1. Sezon 5. Bölüm ücretsiz izle

The Bear 1. Sezon 5. Bölüm ücretsiz izle

17 Kasım 2022
The Bear 1. Sezon 2. Bölüm ücretsiz izle

The Bear 1. Sezon 2. Bölüm ücretsiz izle

17 Kasım 2022
The Bear 1. Sezon 1. Bölüm ücretsiz izle

The Bear 1. Sezon 1. Bölüm ücretsiz izle

17 Kasım 2022
The Bear 1. Sezon 4. Bölüm ücretsiz izle

The Bear 1. Sezon 4. Bölüm ücretsiz izle

17 Kasım 2022
ADVERTISEMENT

  • Ana Sayfa
  • Gündem
  • Dünya
  • Politika
  • Ekonomi
  • Spor
  • Hayat
  • Bilim
  • Sağlık
  • Etkinlik
  • Üyeler
  • Etkinlik
  • Üyeler

ankara escort - betsilin freybet Bet10bet Betovis- Ataşehir escort - Anadolu yakası escort - Anadolu yakası escort - Kadıköy escort - Bostancı escort - Bostancı escort - Ataşehir escort - Ataşehir escort - Kadıköy escort - Ümraniye escort - Ümraniye escort - Ümraniye escort - Betmoon Betmoon Hilbet Bahis Siteleri Bahis Siteleri Kalebet Pusulabet Nakitbahis- teen girl seduced by milf chicas teniendo sexo por dinero jack harrer gay porn
SKYPE İRTİBAT -
No Result
View All Result
  • Ana Sayfa
  • Gündem
  • Dünya
  • Politika
  • Ekonomi
  • Spor
  • Hayat
  • Bilim
  • Sağlık
  • Etkinlik
  • Üyeler
  • Etkinlik
  • Üyeler

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
buca escortalsancak escortAnkara escortescort bahçeşehirbuca escortizmir escort

Add New Playlist